Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A FIRATÊ RÛXANDINA GORISTANA ŞEHÎDAN A AMEDÊ ŞERMEZAR KIR

Têkildarî kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî goristana şehîdan a Amedê, Saziya Malbetên Şehîdan a Kantona Firatê daxuyaniyek da û ev kiryar bi tundî şermezar kir
Saziya Malbetên Şehîdan a Kantona Firatê di daxuyaniya xwe de got ku dewleta Tirk a dagirker bi têkdana gorên şehîdan rûmeta gelê Kurd bin pê dike.
Her wiha Saziyê bang li civaka navnetweyî û rêxistinên mafên mirov kir ku dawiyê li bêdengiya xwe bîne û hesab ji dewleta tirk bixwaze.
Saziya Malbetên Şehîdan a Kantona Firatê destnîşan kir ku ev êrîş binkeftina AKP`ê û dewleta Tirk nîşan dide.