Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO Ş.BARAN NISÊBÎN HAT BI BÎRANÎN

Malbata şehîd Baran Nisêbîn salvegera yekemîn a şehadeta kurê xwe, li goristana şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, bi bîr anî.
Di merasîma bîranînê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, endamên saziyan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û hevrêyên şehîd Baran Nisêbîn û malbata wî amade bûn.
di Merasîmê de axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û tekezî li ser rola şehîdan û fedekariyên wan hate kirin
Beşdaran soza şopandina rêya şehîdan dan û ji bo hemû şehîdên doza kurdî silav rêkirin