Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ JI BO VEGUHESTINA HUNDIRÎN OTOBUSÊN NÛ PEYDA DIKE

Bûroya Veguhastinê ya Şaredariya Gel a kantona Reqayê ji destpêka vê mehê ve otobusên veguhestina hundirîn yên nûjen xizmetê.

Armanc ji pirojeyê ew e ku qerebalixiya di xetên çûnûhatinê yên nava bajêr de kêm bibe û asta xizmetguzariya li Reqayê baştir bibe.

Her wiha bajêr bi derdora wê ve girê bide û veguhestina niştecihan, karker û xwendekaran ji bo cihên wan hesantir bike.

Welatiyên Reqayê xebatên Şaredariya Gel a ji bo peydakirina rastiyeke xizmetguzariyê ya baş li gorî qeyrana ku herêm tê re derbas bûye, bi erênî nirxand.

Rêveberê Bûroya Veguhestinê li kantona Reqayê Îsmaîl Îsmaîl diyar kir ku proje li gor pêwîstiyan hat destpêkirin û heta niha şaredariya gel daxwaza xebitandina otobusên nûjen dike.

Hêjayî gotinê ye ku basên veguhestina hundirîn ji bikaranîna otombîlên taybet û teksiyan kêmtir kirê tê dîtin, Şaredariya Gel li Reqayê jî, ji bo pêşkêşkirina planên xwe ya baştirkirina rewşa xizmetguzariyê ji xelkê re didomîne.