Kanala ROJAVA TV

CEJNA REMEZANÊ LI AMÛDÊ BI COŞ HATE PÎROZKIRIN

Cejna Remezanê li Bakur û Rojhilatê Suriyê bicoşeke mezin hate pîrozkirin, di berbanga sibehê de û bi berzkirina dirûşmên olî ji aliyê mizgeftan ve li tevahî bajar û navçeyên herêmê bi hezaran welatiyên herêmê bi serdana goristanan cejna xwe pîroz kirin.

Li navçeya Amûdê jî û li gor çanda cejnê bi hezaran xelk ji danê sibehê ve berê xwe dan goristana Şehîdan û ya navendî li navçeyê.

Xelkê navçeyê bi kêfxweşî cejin pîrozkirin û diyar kirin ku tevî şert û mercên zehmet û êrîşên li ser herêmê lê dîsa jî xelkên navçeyê cejna xwe bi kêfxweşî pîroz dikin.

Piştî serdana goristanan, xelkê dest bi serdana malên hev kirin û cejna hev pîroz kirin û zarokan jî dest bi gera li Şekiran kirin, her wiha hêvî kirin ku ev cejin bibe wesîleya aramî û ewlehiyê û azadiya fîzîkî ya rêber Apo.Cejna Ramazanê yek ji cejnên misilmana ne. Ew pêre meha rojiyê bi dawî dikin û li sernserî cîhanê ola îslamî vê cejnê pîroz dikin.