Kanala ROJAVA TV

LI MIZGEFTÊN KANTONA REQAYÊ NIMÊJA CEJNÊ HAT KIRIN

Ji sereketirîn rêûresmên cejna remezanê di ola îslamî de, serdana gorên şehîdan û lidarxistina nimêja cejnê ye ku li gorî bawermendên îslamê bi vê yekê pîrozkirina cejnê destpêdike.

Older û Mislimanên kantona Reqayê di roja yekemîn a Cejna Remezanê de ji saetên berbangê ve ji bo nimêja cejnê berê xwe dan mizgeftan.

Nimêj li mizgefta Şeraksê ya li Reqayê pêk hat.

Di xutbeyên cejnê de, melayan Cejna Remezanê li tevahî cîhana îsalmî û mirovahiyê pîroz kirin û bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştî nimêja cejnê, şêniyan cejn li hev pîroz kirin û hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya aramî û aşîtiyê li herêmê.

weku tê zanîn cejin bi gera zarokan û kêfa wan jî geş dibe.

zarokên bajarê Reqa jî ji saetên sibehê ve dest bi gera xwe kirin cejin li her malê pîrozkirin.

piştî serdana malan zarokan berê xwe dan baxçeyên lîstikan û cejna xwe li wir dewam kirin.

lîstikên zarokan li reqa û coşa zarokan tabloyeke cihêreng derxist pêş.

cejna remezanê bi saya hêzên ewlekariyê ku weke her car ji beriya cejnê ve bergiriyên xwe zêde kirin bi aramî tê pîrozkirin.