Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO ŞEHÎD ÊVA ELÎ BI MEARSÎMEKE GIRSEYÎ HAT OXIRKIRIN

Cenazeya Şehîd Êva Elî bi beşdariya bi dehan Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, endamên TEV-DEM û Kongra Star li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat oxirkirin.

Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Kongra Îslama Demokratîk hatin kirin û tê de bal hat kişandin ser têkoşîna şehîdan a ji bo pêkanîna jiyaneke azad.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîd Êva Elî konê sersaxiyê nêzî goristana Şehîd Delîl Saroxan veda.