Kanala ROJAVA TV

DI EFÛYA GIŞTÎ DE 1950’Î KES HATIN BERDAN

6’ê Nîsana 2024’an Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê ji bo girtiyan efûya giştî derxist.

Di efûyê de kesên ku beriya 6’ê nîsanê ango beriya biryar derkeve sûc kirine, ji bo wan efû derbasdar re.

Hejmara kesên ku sûd di biryara lêborîna giştî de wergirtine, hezar û 950’î kesin, her wiha nêzî hezar û 300 ji wan dê yekser piştî bidawîbûna dayîna pereyan bên berdan.

Hevserokê Desteya Maf û Dadmendiyê ya Meclîsa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişlib El-Tirkan da zanîn ku, biryara efûkirinê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve derket li gorî şert û mercên heyî bû.

MişlIb El-Tirkan da zanîn ku; piştî derketina biryara efûyê yekser kesên HATINE efûkirin dê werin berdan.

Piştî ku biryara Efûyê derket bi sedan kesên dikevin ber efûyê ji girtîgehê derketin.

Kesên ji girtîgehê derketin ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.