Kanala ROJAVA TV

ÎNSIYATÎFA GEL: 3 MILYON Û 669 HEZAR Û 90 ÎMZE HATIN KOMKIRIN

9’ê Sibatê Însiyatîfa Gel a azadiya Rêber Apo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngava komkirina îmzeyan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selemiyê û Tertûsê li dar xist.
Îro Însiyatîfa Gel bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê aşkera kir.
Li gorî daxuyaniyê bi giştî 3 milyon 669 hezar 90 îmze hatin komkirin.
Her wiha 6 hezar û 243 îmze ji 9 bajarên hundirê Sûriyê hatin dayîn her wiha 12 hezar îmze ji aliyê kurdên li Lubnanê ve hatin dayîn.
Însiyatîfê spasiya her kesî kir û got, ew ê komîteyekê ava bikin û encaman bigihîne Konseya Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar.