BI HATINA CEJNA REMEZANÊ RE BAZARÊN REQAYÊ BI GEL DAGIRTÎ NE
Her sal beriya cejnê bi çend rojan, coşeke bêhempa di nava xelkê herêmê de çêdibe û çav li ku derê bikeve ken û kêfxweşî tê dîtin.
Li bazarên bajarê Reqayê liv û tevgereke mezin a welatiyan heye û daxwaza kirîn û amadekirina cil û bergan ji bo pêşwazkirina Cejna Remezanê di asteke binid de ye.
Bazirganê bi navê Yasir Hemîdî dibêje rewşa bazaran di cejna îsal de ji hemû salên berê geştir e û ev dide nîşan ku aramiyeke mezin li herêmê pêk hatiye.
Ji aliyekî din ve, welatiyê bi navê Yasir Xelûf kêfxweşiya xwe bi hatine cejnê tîne ziman û dibêje rewşa heyî ji bo pêşwazkirina cejnê ji her alî ve guncavtire .
piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ ê gel di nava aramî û ewlehiyê de jiyan dike û bi kêfxweşî cejnên xwe pêşwazî dikin .