Kanala ROJAVA TV

BI NÊZHATINA CEJNÊ RE LI BAZARÊN HERÊMÊ NIRXÊ KELÛPELAN BÛYE

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel amadekariyên xwe ji bo cejna remezanê dikin.

Lê bi nêzhatina Cejna Remezanê re, pêleke bilind a buhabûnê li bazarên Kantona Minbicê dest pê kiriye, welatî jî li hember vê yekê bazirganan berpirs dibînin.

Welatiya bi navê Firyal Mehmûd got, îsal zêdebûneke berçav a bilindbûna nirxan heye û bang li aliyên peywendîdar kir ku çavdêriya nirxan bikin.
Derbarê buhayên li bazaran kamîreya Rojava TV berê xwe da Rêveberiya Zimhêrê ya kantona Minbicê.

Rêveberê Zimhêrê ya Minbicê Ebdo Elî diyar kir ku, ji bo kontrolkirina buhayên li bazaran wan çavdêriyên xwe yên kantrolê li ser dikanan zêde kirine.
Muslimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dostên wan rê û resmên meha Remaznê pêk anîn û niha jî bi hatina cejna remezanê re di nava liv û tevgerê de ne.

Omîda xelkên herêmê her ew e ku aştî û aramî pêk were.