Kanala ROJAVA TV

JI BER BUHABÛNA NIRXÊ CILÊN NÛ GEL SERÎ LI CILÊN BALÊ DIDIN

Hatina cejnê nîşana kêfxweşî û dilgeşiyê ye, lê ev yek ne li cem her kesî ye, ji ber ku cejna îsal gelek astengiyên mezin bi xwe re anîne û dane pêşiya gel, ji wan nebûna hêza kirînê.

Li Reqayê, buhayên bilind yên cilan dihêle ku gel serî li kirîna kincên Balê an ku cilên ku hatine lixwekirin û bi temenekî erzan tên firotin bidin.

Di vê çarçoveyê de bazirgan Mazin El-Hecî destnîşan kir ku di salên borî de xelkê ji destpêka meha Remezanê ve dest bi kirîna cilên cejnê dikirin. Lê îsal hêza kirînê kêm bû .

Welatiyê bi navê Ehmed El-Hisên jî dibêje ku buhaya kelûpelan û pêwîstiyên cejnê îsal giran e, lewma malbat berê xwe bidin cilên kevin, nemaze bi bilindbûna nirxê Dolar re.

Tevî bilindbûna berbiçav di nirxan de, xelkên herêmê dîsa jî amadekariyên xwe ji bo pîrozkirina Cejna Remezanê dikin û hêviya wan jî ku keysebazî di nava bazarê de bê kontrol kirin.