Kanala ROJAVA TV

LI HERÊMÊ JI BER BARÎNA ZÊDE YA BARANÊ DI NAV ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ DE NEXWEŞIYÊN FITRÎ DERKETINE

Îsal li seranserî Herêmê baran bi rengakî zêde bariya .

Ji ber barîna barana zêde li kantona Cezîrê, di nav zeviyên çandiniyê de gelek nexweşiyên Fitrî derketin .

Têkildarî mijarê hevserokê Gerînendeya Parastina şînkahiyan li kantona Cezîrê Sozdar Biro ji Rojava re axivî.

Sozdar Biro destnîşan kir ku barana zêde ya vê dawiyê bû sedem ku nexweşî di nava zeviyên çandiniyê de derkevin .

Her wiha Sozdar Biro diyar kir ku di vê rewşê de, cotkar dikarin ji bo parastina berheman dermanan bikar bînin .

hevserokê Gerînendeya Parastina şînkahiyan li kantona Cezîrê Sozdar Biro di dawiyê de bang li tevahî cotkaran kir ku pabendî tedbîran bin û zeviyên xwe biparêzin .