Kanala ROJAVA TV

HRRK’Ê JI BO KESÊN “XELATA AFIRANDINÊ” WERGIRTINE ŞAHIYEK LI DAR XIST

Şahî k li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di şahiyê de rewşenbîr, nivîskar, hunermend, şêwekar, saziyên civaka sivîl û hezkiryên wêjeya kurdî amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniyek ji aliyê Endamên HRRK, komîteya kargir ve hat xwendin, her wiha axaftin hat kirin.

1’ê Çileya derbasbûyî de HRRK’ê ragihand ku “Xelata Afirandinê” ya sala 2023’yan’ hêjayî hunermend Sefqan Orkeş û mûzîkjen Mehmûd Berazî hatiye dîtin.