LI ŞEHBAYÊ ROJBÛNA RÊBER APO BI COŞEKE MEZIN HAT PÎROZKIRIN
Koçberên Efrînî û xelkên kantona Şehbayê jî bi dirûşma “azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Kurd e” 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin.
Şahî li kampa Serdem bi beşdariya gel, saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, Tevgerên Rêxistinî birê ve çû.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongra Star Gulê Mihemed axivî û rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
Piştre Koma Şehîd Avesta geştek stranên şoreşgerî pêşkêş kir.
Şahî bi pêşkêşkirina skêtşekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi dawî bû.