Kanala ROJAVA TV

4’Ê NÎSANÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI ŞAHIYAN HAT PÎROZKIRIN

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi armanca pîrozkirina 4’ê nîsanê şahî û çalakî hatin li darxistin.

Kamîreya Rojava TV li kantona Cizîrê şahiyên pîrozbahiyê yên li Amûdê, Qamişlo û Hesekê şopand û peyamên xelkê wergirt.

Doh bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdulah Ocalan li seranserî Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê şahî û çalakî hatin li darxistin.Li seranserî Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi armanca pîrozkirina 4’ê nîsanê şahî û çalakî hatin li darxistin.

Li navçeya Amûdê a Kantona Cizîrê Kongira Star bi boneya rojbûna Rêbertî li Hola Beylesan şahiyek li dar xist.

Şahî Bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û gundewarê wê, endamên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên sivîl hate geşkirin.

Beşdaran diyar kirin ku rojbûna Rêbertî weke roja jidayikbûna azadî û têkoşînê ye.

Li Qamişlo jî Kongra Star bi alîkariya Tevgera Hîlala Zîrên şahiyek li parka Azadî ya li bajarê Qamişlo li darxist.

Şahî bi amadebûna bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û saziyên civaka sivîl bi rêve çû.

Beşdarên şahiyê destnîşankirin ku bi rojbûna Rêbertî re hesabê desthilatên cîhanê tevlîhev bû û demokrasî li tevahî dinyayê belav bû.

Her wiha li Hesekê bi hezaran xelkên bajêr, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî herkîn navenda Serdem û rojbûna Rêber Apo bi şahiyeke girseyî pîroz kirin.

Beşdaran anîn ziman ku, jidayikbûna Rêbertî jidayîkbûna şoreşa gelên daxwaz, şoreşa jin û şoreşa ramana demokrasiyê ye.

Xelkên herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê di 4’ê nîsanê de tekezî li ser berdewamkirin û bilindkirina tekoşînê heta azadiya fîzîkî ra Rêber Apo kirin.