ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI ŞEHBAYÊ BI MEZINKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ BI DAWÎ BÛ
Beşdarên çalakiyê tekez kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO li ber xwe bidin.
Çalakiya konvedanê ya li bajarê Şehbayê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatibû lidarxistin, bi soz û peyama mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê bi dawî bû.
Çalakî di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO û bi sponseriya Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarokê Ehdas hate lidarxistin.
Di her sê rojên çalakiyê de axaftin hatin pêşkêşkirin. Her wisa behsa felsefeya Rêber APO û giringiya serwerkirina paradîgmaya Neteweya Demokratîk hate kirin.
Di çalakiyê de ferzkirina cezayên dispilînê yên li dijî Rêber APO bi tundî hatin şermezarkirin û tekezî li ser mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO hate kirin.
Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO roj bi roj zêdetir dibin û dirûşmeya herî berz û bala Bê Serok Jiyan Nabe.