Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA TENDURISTÎ YA KONGRA STAR DEWREYÊN ALÎKARIYA PÊŞÎN JI BO JINAN VEDIKE

bi armanca pêşxistina jinan di warê zanebûna alîkariya pêşîn de, bi taybet ji bo dan û standina bi birîndar û nexweşan.

komîteya tenduristî ya kongra star gelek dewreyên alîkariya pêşîn ji bo jinên bajarê Qamişlo vekiriye.

komîteya tenduristiyê li taxa cûdî ya li rojhilatî bajêr dewreyek di destpêka Gulanê de vekir û 70 jin û 5 mêr tevlî bûne û perwerdeya dîtbarî û meslekî dibînin.

Rêvebera komîteya Tenduristiyê ya kongira star a kantona Cizîrê Firyal îbrahîm behsa girîngiya vekirina van dewreyan dike û dibêje heta niha wan 6 dewre vekirin e.

Firyal Îbrahîm da zanîn ku ku armanc ji van dewreyan pêşxistina şerê gelê şoreşgerî yê li ser herêmê ye, ji ber ku pêwîstiya gel bi vê yekê heye.

dewreyên bi vî rengî wekî gavên girîng û pêşxistina zanebûna tenduristiyê li herêmê tê dîtin, nexasin ku herêm rastî êrîşan tê.

sazî û rêxistinên li herêmê jî ji aliê xwe ve dewreyên xwebexiş ji bo xelkên herêmê li dardixin.