Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ 4’Ê NÎSANÊ Û SERKEFTINA DEM PARTI HAT PÎROZKIRIN

Li Helebê di çarçoveya çalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de û serkeftina Dem Parti di hilbijartinên herêmî de, meşek bi meşeleyan hat lidarxistin.

Şênî li pêşiya Çerxerêya Gulê Selmo ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û ber bi Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan ve bi rê ketin.

Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” Azadî ji Rêber APo re” hatin berzkirin.

Li Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan Hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîn Elîko berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Piştî axaftinan şahî hat lidarxistin û dîlanên azadiyê hatin gerandin.