Kanala ROJAVA TV

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A REQAYÊ 4’Ê NÎSANÊ BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIR

Şahî bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê, li hola Mişwar hat lidarxistin.

Di destpêkirina şahiyê de, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin.

Di axaftinan de soza berdewamkirina xeta şehîdan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

Di şahiyê de komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin her wiha diyarî li zarokên şehîdan hat belavkirin.