Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê LI QAMIŞLO DERBARÊ 4’Ê NÎSANÊ DE SEMÎNEREK LI DAR XIST

Semîner li navenda PYD’ê ya li bajêr bi amadebûna bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê , endamên insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan birêve çû.

Di semînerê de piştî deqeyek rêzgirtin, Endamê Insiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed axivî.

Di axaftinan de bal hate kişand ser rola Rêber APO di guhartina civakê de û bandorên felsefeya Rêber APO.

Her di axaftinan de hat diyarkirin ku bi rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re tava azadiyê li ser kurdistanê hilhat.

Di dawiya semînerê de belavokên derbarê jiyana Rêber APO de li ser beşdaran hat belavkirin.