Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO KAMPANYA XWENDINA PIRTÛKÊN RÊBER APO DIDOME

Kampanya xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ku doh Kongra star bi boneya 4’ê nîsanê li dar xist, li bajarê qamişlo didome.

Kongra Star li çerxereya Efrîn a li Qamişlo çalakiya xwendina pirtûkên Rêber APO lidarxist.

Çalakî bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û şêniyên bajêr hate lidarxistin.

Beşdaran pirtûkên Rêber Apo xwendin û sîrovekirin her wiha nêrînên xwe parve kirin.

Çalakî bi durişmên “bê serok jiyan nabe û azadî ji rêber Apo re” bi dawî bû.