Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA ŞANO LI ŞEHBAYÊ ÇALAKIYEK HATE LIDARXISTIN

Bi boneya roja cîhanî ya şano li Şehbayê çalakiyek hate lidarxistin.
çalakî ji aliyê desteya çand û hunerê ya Efrîn û Şehbayê ve bi beşdariya rewşenbîr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan û xwendekarên navçeya ehdasê li hola çiyayê Kurmênc ya li Şehbayê hate lidarxistin.
di çalakiyê de têkildarî roja Şano ya cîhanî nefiziyonek hate pêşandan .
paşê hin şano hatin pêşkêşkirin û çalakî bi gerandina dîlan û gotina stranan bi dawî bû .