Kanala ROJAVA TV

ROJA CÎHANÎ YA ŞANO LI QAMIŞLO HATE PÎROZKIRIN

ji bo bîranîna şehîd yekta herekol û bi boneya roja cîhanî ya şano, Desteya Çandê bi hevkariya Tevgera Mezopotamya a çand û hunerê li Qamişlo çalakiyek li dar xistin.
çalakî bi amadebûna endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, desteya Çandê, hîlala Zêrîn, xwendekarên zanîngeha Rojava û xelkên Qamişlo hate lidarxistin .
çalakî bi xwendina nameya roja cîhanî ya şano hate destpêkirin .
paşê 2 şanoyên bi navê dika heqîqetê û wê werin hatin pêşkêş kirin .
di dawiyê de têkildarî jiyana şehîd yekta Herekol sinivîzyonek hate pêşandan.