Kanala ROJAVA TV

LI AMÛDÊ ŞEHÎDÊN MEHA SIBAT Û ADARÊ HATIN BIBÎRANÎN

li navçeya Amûdê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, şehîdên Hefteya Lehengiyê û 24 şehîdên mehên Sibat û Adarê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne,bi bîr anîn.
Bîranîn bi beşdariya sedan şêniyên bajêr, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, PYD û saziyên sivîl ên bajêr, li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk a Amûdê li dar ket
li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl axaftin hatin kirin û tê de soza têkoşîna li ser şopa şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyana şehîdên Hefteya Berxwedanê hate pêşandan.
Merasîm di nava berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.