Kanala ROJAVA TV

ROJNAMEVANÊN HERÊMÊ BANGA SERBESTBERDANA SILÊMAN EHMED DIKIN

Rojnamevan û Edîtorê Beşa Erebî yê Ajansa Roj news ê Silêman Ehmed 25 Cotmeha 2023 an ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û 154 roj in agahî jê nayên girtin.

li gel revandina Silêman asayîşa PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbatê ku hevdîtinê li gel silêman Ehmed bikin.

Derbarê mijarê de Rojnamevanên herêmê ji Rojava Tv re dane zanîn ku PDK’ê bi revandina Rojnamevanan dixwaze dengê rastiyê qut bike.
Her wiha rojnamevanan destnîşan kirin ku PDK ê yasayên parastina mafên rojnamevanan bin pê dike .

Her ku diçe fikar û gumanên li ser rewşa Silêman Ehmed zêde dibin û ajansa nûçeya a ROJNEWS’Ê jî ragihand ku PDK’Ê ji tenduristî û jiyana endamê wê Silêman ehmed berpirse .