Kanala ROJAVA TV

HEFTEYA LEHENGIYÊ GELÊ KURD BER BI RÊYEKE RONÎ VE BIR

têkildarî “Hefteya lehengiyê” endama PYD a Helebê Emîna Beyrem, ji Rojava Tv re nirxandin kir û diyar kir ku destkeftiyên îro, encamên berxwedaniya hefteya lehengiyê ye.

Dîroka gelê kurd bi têkoşîn û serhildana li dijî zilmê dagirtî ye, di her pêvajoyeke derbasbûyî de hin nav derketine û muhra xwe li rûpela berxwedaniyê danê.Ji pêşengên em behs dikin, pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlum Dogan 21ʹê Adarê bi çalakiya xwe pêvajoyek nû da destpêkirin, her weha fermandarê efsaneyî (Egîd) jî rengê têkoşînê diyar kir û 28’ê Adarê şehîd bû.

ji bona wê Gelê Kurdistanê rojên navbera 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya lehengiyê” pêşwazî dike.

Têkildarî vê mijarê, endama PYD a Helebê Emîna Beyrem, berxewdaniya Mazlûm Dogan û Ş.Egîd silav kir û got destkeftiyên ku îro kurdan bi dest xistine, encamnameya wê berxwadaniyê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Emîna Beyrem tekez kir ku ew ê xwedî li şehîdên hefteya lehengiyê derkevin û rêber APO azad bikin.

Di vê hefteyê de pêşengên tevgera azadiyê bi çalakî, têkoşîn û sekna xwe pêvajoyên nû dane destpêkirin, mohra xwe li dîrokê xistine. Her wiha bi sedan şoreşger di vê hefteyê de şehîd bûne.