Kanala ROJAVA TV

DOH LI 8 QADÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NEWROZ HATE PÎROZKIRIN

bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” doh li 8 navnedên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz hat pîrozkirin.

Bi vê armancê bi deh hezaran welatî ji hemû pêkhateyên bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi qadê pîrozbahiyê ve ketin rê.

Li bajarê QAMIŞLO welatiyan ji danê sibehê ve ber bi qada Newrozê ya bajarokê Hîmo ve herikîn, Piştî dadana agirê Newrozê, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û got: “Peyama me di vê Newrozê de girêdana me bi fikrê Rêber Adullah Ocalan e. Tu kes nikare me ji rêberê me dûr bixe’’.

Di şahiya li AMÛDÊ de, şêniyên bajarok û gundên li dora navçeyê li qada gundê Çaxirbazar kom bûn û dest bi şahiya xwe kir.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û têkoşîna li hember êrişên li dijî gelê herêmê û çiyayên Kurdistanê silav kir û got: “Ev têkoşîna berdewam, bersiva herî bi hêz li hemberî dagirkeran e.

Li TIRBESPIYÊ jî Pîrozbahiya Newrozê li gundê Dirêcîkê yê rojavayî bakûrê navçeya hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de hevserokê Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Silêman Ereb bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Ereb anî ziman ku Newroz tê wateya serkeftin, berxwedan û yekitiyê ye.

Şêniyên navçeya ÇILAXA Û GIRKÊ LEGÊ jî Newroz li gundê Helîq pîroz kirin, di pîrozbahiyê de Endama PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku dê bi rihê Mazlûm Dogan û Zîlanan têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Perwîn Yûsif got, dê bi modela Rêveberiya Xweser û rihê neteweya demokratîk li hemberî qirkirinê tê bikoşin û destkeftiyan biparêzin.

Li gundê Mamşor ê bajarê DÊRIKÊ jî piştî dadana meşaleya Newrozê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku Newroz ji bo gelên ku ji zilmê xilas bûne, mîladek e.

Rûken Ehmed anî ziman ku dê têkoşînê berdewam bikin heta li tevahî civakan aştî pêk were û dawî li pergalên dijberî îradeya gelan were.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telet Yûnis axivî û got, Newroz azadî, aştî, geşkirina biratiya gelan û bidawîkirina dagirkeriyê ye. Li ser vî esasî banga xurtkirina têkoşînê li tevahî beşên civakê kir.

Şêniyên HESEKÊ û navçeya DIRBÊSIYÊ bi coş diherikin qadên Newrozê. Li Hesekê şahiya Newrozê li herêma Bendava Xerbî û li navçeya Dirbêsiyê jî li gundê Col Bistan hat li darxistin.

Di newroza Hesekê de hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman axivî û Newroz li gelê Sûriyeyê pîroz kir û têkoşîna gelê herêmê û dayikên şehîdan silav kir.

Li Newroza li gundê Çolbistan ê navçeya Dirbêsiyê jî berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got, gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de li hemberî siyasetên qirkirin û dagirkirinê li ber xwe da.

Xelkên kantona REQAYÊ Newroza 2024’an li Stadyuma Beledî ya Reqayê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de şahidiya hemû cureyên zilm û îşkenceyê kiribû, pîrozkirin û gotin newroz ne tenê gelê kurd , tevahî pkhateyên herêmê hembêzdike.

Pîrozbahiyên Newrozê bi peyama xurtkirina têkoşînê bi dawî bûn.