HESEN KOÇER: GELÊ KURD BI HEVGIRTINA XWE NEWROZÊ PÎROZ DIKIN
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di şahiya Newrozê ya li Qamişlo de ji Rojava Tv re got gelê Kurd bi hevgirtin û rihekî netewî Newroza xwe pîroz dike.
Hesen Koçer da zanîn ku di Nwroza 2024’an de pêwîste em asta têkoşînê bilindtir bikin.