BI BONEYA CEJNA NEWROZÊ ZANÎNGEHA KOBANÊ ŞAHIYEK LI DAR XIST
şahî bi beşdariya bi sedan xwendekar, mamoste û rêveberên deste û saziyên Rêveberiya Xweser ên Kantona Firatê li hola zanîngehê hate lidarxist.
hevserokê zanîngeha kobanê Şervan Mislim di şahiyê de axivî Newroz li hemû gelên azadîxwaz û cîhanê pîroz kir.
piştre agirê Newrozê ji aliyê Hevserokatiya Zanîngeha Kobanê ve hat pêxistin,
hunermend Baran Dilbuhar û hunermend Istêrvan stran gotin û govend ji aliyê beşdarvanan ve hate gerandin.