KOMÎSERIYA BILIND A HILBIJARTINAN: HEMÛ RÊXISTIN DIKARIN PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi civîneke çapemeniyê bang li rêxistnên navneteweyî kir ku werin herêmê û çavdêriya hilbijartinên şaredariyan ên 11’ê Hezîranê bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hilbijaritnên Şardariyan dê 11`ê Hezîranê bên lidarxistin. Deriyên namzetbûnê û radestkirina kartên hilbijartinê hate vekirin. Xebatên diyarkirina navendên hilbijaritnê berdewam in.
Her wiha hate diyarkirin, ji ber ku armanc serxistina hilbijartinan e, em bang li rêxistinên navneteweyî yên hikumî û nehikumî dikin ku çavdêriya hilbijartinan, navendên hilbijartinê, dengdayînê û jimartina dengan bikin.
Di dawiyê de Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gel kir ku bi azadî beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bi kar bînin.