Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN REQAYÊ AMADEKARIYÊN PÊŞWAZIYA REMEZANÊ DIKIN

Bi hatina meha Remezanê re, şêniyên Reqa ji ROJAVA TV re axivîn û anîn ziman ku xelkê bajêr ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên ji bo Remezana îsal ,tengezar in.

Di nava çend rojan de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê pêşwaziya yek ji mehên girîng ên salê, meha Remezanê bikin.

Lê lawazbûna dahata darayî û nebûna hêza kirînê bûye mijara axaftina piraniya kolanên Sûriyê, di nav de bajarê Reqa, ku hîn xelkê wê ji dabînkirina hewcedariyên xwe tengezar in.

Beşîr El-Hemdan yê ku li dikanekê kar dike ji Rojava Tv re anî ziman ku fonê wî têrê nake ku amadekariya xwe ji meha pîroz re, weke salên borî bike.

Ji aliyê xwe ve, firoşkarên bajêr tekez dikin ku tevî buhabûna nirxan, çînek xelkê bi hejmareke zêde pêwîstiyan dikirin û got divê keysbazî di nava bazarê de nebe, da ku her kes karibin pêwîstiyên mehê bikirin.

Li gorî amarên ku par hatine encamdan, xwarina rojane ya malbetekê 70 hezar lîreyên sûrî derbas kiriye û ev yek barekî giran li ser piraniya malbatan e.