ROJNAMEVANÊN KANTONA FIRATÊ DAXWAZA SERBESTBERDANA SILÊMAN EHMED DIKIN
derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed rojnamevanên kantona Firatê ji Rojava TV re axivîn û revandina Silêman şermezar kirin .
Rojnamevanan gotin, revandina Silêman li dij tevahî yasayan e û daxwaza serbestberdana Silêman Ehmed kirin .
Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’Ê ve hatiye revandin, ev 138 roj in tu agahî jê nayên wergirtin .
Tevî ku parêzerên Silêman Ehmed bi awayekî berdewam serlêdanê dikin, lê daxwazên wan ên pêkanîna hevdîtinê bêdeng dimînin .
Têkildarî mijarê rojnamevanên kantona Firatê ji Rojava TV re axivîn û revandina Silêman Ehmed şermezar kirin .
Rojnamevanan gotin, revandina Silêman li dij tevahî yasayan e û daxwaza demildest serbestberdana Silêman Ehmed kirin .
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.