Kanala ROJAVA TV

MIHEMED ŞÊXO DI SALVEGERA 35’AN A KOÇA WÎ DE HATE BIBÎRANÎN

 

Hevgirtin û saziyên çandî û hunermendên herêmê hunermendê nemir Mihemed Şêxo di salvegera 35’an a koçkirina wî de bibîr anîn
Merasîma bîranînê li Goristana Hilêliyê ya bajarê Qamişlo li ser gora hunermendê nemir Mihemed Şêxo hate lidarxistin.
Di merasîmê de gul li ser gora wî hatin danîn û axaftin hatin kirin û têde destnîşan bi rola wî ya di parastina xak, çand û kultura kurdî hate kirin.
Her wiha behsa bandora stranên wî yên netewî li nifşê nû hate kirin.
Di dawiyê de jî beşdarên merasîmê hin stranên hunermendê kurd ê nemir Mihemed Şêxo gotin.
Birayê Hunermendê Nemir Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Ku di merasîmê de beşdar bû got Wefedariya gel ya bi oxirkirina cenazeyê hunermendê nemir mihemed şêxo re her sal li ser gora wî dubare dibe.