Kanala ROJAVA TV

SÛAD MARDÎNÎ LI HEMBER ZEHMETIYAN XWE GIHAND MECLÎSA JINÊN SÛRIYÊ

Li hember şert û mercên zehmet ên li bajarê Reqayê ku bi rengên neheqî û zilmê hatibû rengkirin, jinan bi hêz ronahiya hêvî û guhertinê rakirin.

Sûad Mardînî jina ku li hember her cure tundî tekoşîn kir û xwe gihand endamtiya Meclisa Jinên Sûriyê.

Sûad dibêje, divê jin ji bo azadiya xwe tekoşîna xwe geş bike.

Li hember şert û mercên zehmet ên li bajarê Reqayê ku bi rengên neheqî û zilmê hatibû rengkirin, jinan bi hêz ronahiya hêvî û guhertinê rakirin.

Ji wan jinên ku serî li hember zehmetiyan natewîne û ji zilmê re dibêje na, jina bi navê Sûad Mardînî ye.

Endama Buroya Têkiliyan a Meclisa Jinên Sûriyê Sûad Mardînî ne tenê şahidê rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê bû, lê di perwerdekirin û guhertina civakê de jî rolek girîng lîst.

Sûad behsa rola jinan di civakê û diyarkirina çarenûsa wê de her wiha girîngiya piştgirîkirina fikra civakek demokratîk û mafên jinan diaxive.

Jinên Kantona Reqayê yên leheng ên mîna Sûad Mardînî hêmanên jiyanî ne ku di veguherandina feraseta jiyanê ya li vî bajarî de bûn hêza vegerandina azadî û aştiyê.