Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER JI BO LÊKOLÎNKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ KOMÎTEYEK AVA KIRIYE

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê di encama rûxandina kana zêr de madeyên jehrî tev li ava Firatê bûne, Rêveberiya Xweser ji bo lêkolînkirina avê komîteyek ava kir.

Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almaz Romî diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê ku wan çêkirine, testên avê paqij derketine.

14’ê Sibatê li bajarê Erzincanê ya Bakurê Kurdistanê kaneke zêran hilweşiya bû.

Di encama hilweşînê de axa ku madeyên kîmyewî tevlê bibûn rûxuya bû û heta çend kîlometreyan herikî bû.

Piştî bûyerê hatibû gotin ku şirket û desthilatdariya AKP’ê tedbîr negirtiye û madeyên kîmyewî tev li ava çemê Firatê bû.

Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almaz Romî diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê ku wan çêkirine, testên avê paqij derketine.

Her wiha Almaz Romî anî ziman ku rûxandina kana zêran di encama zihniyeta akp- mhp`ê de pêk hatiye.

Piştî ku hat gotin li Bakurê Kurdistanê di encama rûxandina kana zêr de madeyên jehrî tev li ava Firatê bûne, Rêveberiya Xweser ji bo lêkolînkirina avê komîteyek ava kir.

Komîte ji bo parastina gel heta niha lêkolînên xwe berdewam dike.