Kanala ROJAVA TV

WEHÎDA BIRÎNKA BI TEMENÊ 60 SALÎ KARÊ DIRÛTINÊ DIKE

WEHÎDA BIRÎNKA - KOÇBEREKE EFRÎNÎ

Bi nêzbûna 8ê adarê roja jinan a cîhanî , jin berê xwe didin terzîxaneya Wehîda Birînka û cil û bergên kurdî didirûn.
Wehîda jî behsa karê xwe dike û dibêje ku bi riya karê xwe çand û kultura xwe diparêze.

Tevî temenê xwe yê 60 salî û qermûkên destê wê û keda salên demdirêj, ew heya roja îro karê dirûtinê dike.

Bi keda destê xwe û meraqeke mezin dixwaze huner û rengên cil û bergên kurdî bi dirûtinê derxe pêş.

Ew jî Wehîda Birînka ya ji Efrîna dagirkiriye û niha li Şehbayê bi cih bûye.

Bi nêzbûna roja 8ê adarê jin berê xwe didin terzîxaneya Wehîde û cilên kurdî ji bo xwe didirûn.

Wehîda dibêje ku tevî ew bi temen mezin bûye, lê temen li pêşiya karê dirûtinê nabe asteng û pê kêfxweş dibe.

wehîda Birînka dibêje ew bi dirûtinê hewil dide cilûbergên kurdî biparêze û careke din jin vegerin lixwekirina wan cilan.

dayika wehîde li şehbayê ji bo parastin û xwedî derketina li lixwekirina cil û bergên kurdî,di heman demê ji bo derbara xwe ya jiyanê dixebite .