Kanala ROJAVA TV

BANGÊN RAKIRINA TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO BI HÊZTIR DIBE

Derbarê tecrîda giran a ku dewleta Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û nahêlin ku rêber Apo hevdştinê bi malbat û parêzerên xwe re bike.

Jinên rêveber yên di kampa Serdem de diyar kirin ku dê tekoşîna wan dewam bike hate rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

Dewlata Tirk ya dagirker 26 sal in li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda giran dide meşandin. tevî ku parêzer û malbat heftê 2 caran ji bo hevdîtinê serlêdan li dadgehê dikin jî heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn.

Li hemberî girankirina tecrîdê jî li seranserî cîhanê bertek bihêztir dibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Apo tê kirin.

kordînatora Kongra Star a kampa Serdem Newroz Xelîl banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kir û got:” divê di zûtirîn dem de agahiyek jê were girtin”.

Ji aliyê xwe ve berdevka kongra star a kampa Serdem Cihan Menan derbarê pêngava komkirina Îmzeyan nirxandin kir û got:” dê pêngav dewam bike heta rêber Apo azad bibe”.

Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Apo Insaytîfa Azadiya rêber Ebdulah Ocalan – Sûriyê di 9’ê Sibatê de pêngava imzekirinê li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Çavrê ye ku 4 Milyon Îmze ji herêmê were komkirin.