Kanala ROJAVA TV

JINÊN KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK ÊŞKENCEYA LI DU JINAN LI REQAYÊ ŞERMEZAR KIR

Meclisa jin di kongira Îslama Demokratîk de bi daxuyaniyekê tawanên hovane yên li dijî du keçên li gundê Tel Semin li kantona Reqayê şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê kordînatorna meclisa jin di kongira Îslama Demokratîk de Emîra El Izo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tawanên hovane yên ku li ser jinan tên kirin, nayê qebûlkirin û divê hesab ji sûcdaran were xwestin.
Di dewama daxuyaniyê de hate bibbîrxistin ku Tevgera Jinan hewil dide asta jinan, fikir, zanîn û çanda wê bilind bikin, lê mixabin em dibînin ku bi hinceta parastina namûsê jin tên îşkence kirin.
Di dawiyê de meclisa jin di kongira Îslama Demokratîk de bang li tevger û aliyên pêwendîdar ên jinan kir ku van bûyerên ku li herêmê dubare dibin rawestînin.