Kanala ROJAVA TV

ŞÊX MURŞID EL XIZNEWÎ LI QAMIŞLO REWŞA SÛRIYÊ JI NÊRÎNA ÎSLAMÊ VE NIRXAND

Şêx Murşid Meşûq El-Xeznewî li navneda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK ya li bajarê Qamişlo semînerek derbarê perspektîfên çareseriya li Sûriyê ji nêrîna îslamê ve da.

Semîner bi amadebûna bi dehan Rewşenbîr, Nivîskar, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk û Endamên Partiyên Siyasî bi rê ve çû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Şêx Murşid El-Xiznewî axivî û rewşa sûriyê ji nerîna îslamê ve gotûbêj kir.

Di vê çarçoveyê de jî nivîskar Mehmûd Hesen behsa naveroka semînerê kir û tekez kir ku Îslam bi awayekî objektîf li kirîza Sûriyê dinêre.