Kanala ROJAVA TV

KOMELEYA ÇANDA KURDÎ PANELEK DERBARÊ ÇANDÊN LI HERÊMÊ DE SAZ KIR

Komeleya Çanda Kurdî ya Rojava di bin dirûşmeya “Diyaloga Mîrateya Çandî li Herêmên Pevçûn: Bandor û Guhertin” panelek li kantona Reqayê li dar xist.
Panel bi amadebûna komeke bijarte ya rewşenbîr, hunermend, nûnerên partiyên siyasî û Tevgera Civaka Demokratîk bi rêve çû.
Di panelê de mijarên weke nasnameya neteweyî û çandî ya Sûriyê, siyaseta hevgirtina çandî li herêmên dagirkeriya Tirkiyê û gotûbêjkirina bandorên van mijaran hatin nîqaşkirin.
Her wisa behsa dizî û talankirina şûnwar û kelûpelên dîrokî li navçeyên dagîrkirî û guhertina demografiya herêmê jî hate kirin.
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.