Kanala ROJAVA TV

GEL LI HEMBER TECRÎD Û KOMPLOYA NAVNETEWÎ TEKEZÎ LI SER TÊKOŞÎNÊ DIKIN

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ên kantona Fratê diyar kirin ku, komplogeran xwestin fikrê Rêber APO ji holê rakin, lê têkoşîna Rêber APO û gelê azadîxwaz komplo vala derxist.

Endaman tekez kirin, heta azdiya Rêbertî ew ê li kolanan bin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin.

Rêber Abdullah Ocalan 15’ê sibata sala 1999’an bi komployeke navnetewî dît hate girtin û radestî dewleta tirk a faşist hat kirin.

Ji dema komployê ve û heta niha Rêber APO li greva Îmraliyê rastî bêhiqûhiyekê tê û di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk Bêrîvan Cima da zanîn ku, komplogeran xwestin fikrê Rêber APO ji holê rakin, lê têkoşîna Rêber APO û gelê azadîxwaz komplo vala derxist.

Endamê Tevger Civaka Demokratîk a Firatê Celal Osman jî komploya li dijî Rêber APO şermezar kir û got heta pêkanîna azadiya Rêbertî ew ê li kolanan bin.

Li hember tecrîda girankirî ya Îmraliyê û bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Aabdullah Ocalan , gelê kurd û dostên wan li ser piyan e.