Kanala ROJAVA TV

KOMELEYA KEZIYÊN KESK DAR LI NAVÇEYA TIRBESPIYÊ ÇANDIN

Komeleya Keziyên Kesk bi armanca parastina ekolojiyê, dar li dibistanên navçeya Tirbespiyê çandin.
Di çarçoveya projeya “Dibistana Jîngehî-Civaka Jîngehî” de û ji bo bîranîna şehîd Pîro Sine, Komeleya Keziyên Kesk bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê, şitilên daran li dibistanên navçeyê belav kirin.
Piştî belavkirina şitlan, xwendekaran dar bi destê xwe li baxçe û gulistanên dibistanên xwe çandin.
Komeleyê berî niha bi hevkariya Rêveberiya Stasyona El Odê ya li navçeyê ku gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefkirin jî, li satsyonê dar çandibûn.
Li gorî komeleyê dê dar li tevahî dibistanên navçeyê werin çandin.