SAZIYA OLÎ YA REQAYÊ PANELEK LI SER ROLA OLDARAN YA DI CIVAKÊ DE DA
Saziya Olî ya Reqayê ji bo nîqaşkirina rola oldaran ya di nava civakê de, panelek li dar xist.
Şêx Murşid Maşûq El- Xiznewî panel bi rê ve bir û bi dehan oldarên Reqayê tê de beşdar bûn.
Şêx Murşid Maşûq El- Xiznewî behsa rola oldaran ya di geşkirina têkiliyên civakê de kir û tekezî li ser mezinkirina rihê hevgirtinê kir.
Piştre oldarên Reqayê jî nêrînên xwe parve kirin û gotin, di vê demê de ji erka her oldarekî ye ku civakê bi rêxistin bike û rê li pêşiya hewldanên derxistina tevliheviyê bigire.