Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ŞEHÎD HEMZE KOBANÊ BI BÎR ANÎN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo bîranîna Şehîd Hemze Kobanê, mûm li ser gorên şehîdan pêxistin
Bi salvegera yekemîn a şehadeta endamê Komîteya Aborî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hemze Kobanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê çalakiyeke bîranînê bi beşdariya bi dehan sêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.
Di çalakiya bîranînê de, mûm li ser gorên Şehîdan hatin pêxistin.
Her wiha di çalakiyê de axaftin ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih û Endama Komîteya Aboriyê ya Helebê Fatme Îbrahîm hat kirin.
Di axaftinan de hat gotin ku, şehîd hemze di dilê tevahî xelkê Şêxmeqsd û Eşrefiyê de zindî ye.
Endamê Komîteya Aborî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê Hemze Kobanê di 24ˊê Sibata 2023ˊyan de di encama teqîna erebeyekê de ku ji hêla saziyên îstîxbarata dewleta Tirk ve pêk hat, şehîd bû.