Kanala ROJAVA TV

GELÊ HERÊMÊ DI ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ DE MOHRA XWE LI DÎROKÊ XISTIN

Ji bi şermezarkirin komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan îsal li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cihanê bi tevahî, bertekên tund hatin berzkirin.
endamên saziyên herêmê gotin:” bertekên xurt yên ku îsal hatin berzkirin hişt ku parlementoyên Ewropayê derbarê azadiya rêber Apo de nîqaşan bikin”.

Di salvegera 25’an a Komploya 15’ê Sibatê de, bi milyonan azadîxwaz li seranserî cîhanê ji bo şermezarkirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO daketin qadan.

Çalakiyên ku li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, weke çalakiyên herî girseyî û dîrokî hatin tomarkirin.

Berdevka Kongra Star ya bajarê Qamişlo Ibtîsam Hisên got:” gelên cîhanê bi çalakiyên xwe piştrastkirin ku Rêber APO, rêberekî gerdûnî ye.

Endamê Insiyatîfa azadiya Rêber Apo Fûad Çolî jî da zanîn ku, girseyiya çalakiyên îsal hişt ku parlementoya Ewrûpayê derbarê azadiya rêber Apo de nîqaşan bike.

Di 15’ê sibatê de li seranserî Kurdistanê gel herikîn qadan. Her wiha 17’ê mehê jî zêdetirî 100 hezar Kurd hatin bajarê Koln ê Almanyayê û bi çalakiyeke girseyî komplo şermezar kirin.