Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KAMPANYAYA KOMKIRINA ÎMZEYAN DEST PÊ KIR

Meclisa Gelan a Demokratîk ya Reqayê bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dewleta Tirk bi girtina Rêber Apo xwest gelê kurd tune bike, doza kurdî têk bibe û rojhilata Navîn bike navenda şer û aloziyan.
Meclisê destnîşankir ku heta Pêkanîna Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ew ê di nava çalakiyan de bin .
Her wiha bang li Yekitiya Ewropayê kir ku xwedî li zagonên xwe derkevin û tecrîda li dijî Rêber Apo rakin .
kampanya komkirina îmzeyan dê di 4’ê Nîsanê de roja jidayîkbûna Rêber Apo bi dawî bibe.