Kanala ROJAVA TV

PROJEYA SERERASTKIRINA PIRA REQAYÊ YA NÛ 80 % BI DAWÎ BÛYE

Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser bi armanca sivikirina barên li ser piran û hêsankirina çûnûhatinê, di sererastkirina pira Reqayê ya nû de berdewam e.

Di dawiya Cotmeha sala 2022an de, Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan projeya sererastkirina pira Reqayê ya nû li dar xist.

Proje ji gelek xebatan pêk tê, ji wan jî kolandin, qîrkirin û dirêjkirinê pirê ye.

Li gorî Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan proje ji % 80 proje bi dawî bûye û dê di 3 mehên pêşîn de bi dawî bibe.

Her wiha Desteyê diyar kir ku sedema deregmayîna projeyê, dorpêça li dijî herêmê û nepeydakirina alavên taybet bû.