NAVENDA VENÊRÎNA CIVAKÎ..GAVEKE BER JINÛVE AMADEKIRINA MALBATÊN JI HOLÊ VEDIGERIN
NAÎMA MIHEMED - HEVSEROKA NAVENDA VENÊRÎNA CIVAKÎ
Navenda Venêrîna Civakî ya li kantona Reqayê ji bo jinûve amadekirina malbatên ku ji kampa holê derdikevin û pêşkêşkirina alîkariyên derûnî û xizmetê ji wan re, di nava xebatê de ye.
Desteya Karûbarên Civakî, di dawiya sala 2023’an de da ku careke din malbatên ku ji kampa holê derdikevin wan tevlî civakê bikin, Navenda Venêrîna Civakî li Reqayê vekir.
Navenda ku ji 11 yekîneyan pêk tê, balê dikişîne ser pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ji malbetên ku ji kampa holê derdikvin.
Navenda Venêrîna Civakî bi hevkariya komîteyên Meclisa Rêveber li kantona Reqayê, bi jinên ku ji kampê vedigerin, hejmartin û lêkolîna dosyayên wan, pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û xizmetguzariyê ji wan re mijûl dibe.
Navenda Venêrîna Civakî ya li Reqayê yekemîn navend li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.