MEŞA JI BO AZADIYA RÊBER APO A JI TEBQAYÊ BER BI REQAYÊ VE DEST PÊ KIR
Xelkên Kantona Tebqayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi meşeke girseyî ya ber bi Reqayê ve kir.
Îro, di danê sibehê de di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê de, Xelkên Kantona Tebqayê meşek girseyî li dar xistin.
Meşa girseyî dê 2 rojan dewma dike û ber bi Kantona Reqayê ve bidome.
Her wiha meşvanan di meşê de tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin, û daxwaza aşkerekirina rewşa Rêber APO kirin.
Tê payîn ku piştî meş bighêje Reqayê mîtîngek were li darxistin û tê de axaftin werin kirin.