Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ FORUMEK SAZ KIR

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina salvegera komploya 15’ê sibatê, foruma sêyemîn li bajarê Qamişlo saz kir.
Forum bi dirûşmeya “Felsefeya Rêber Apo û Berxwedana Gelan, Aştî û Aramiya Herêmê Misoger Dike” hat lidarxistin.
Di forumê de endamên PYD’ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdar bûn.
Di forumê de armancên komploya navneteweyî û pergala tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hatin nirxandin.
Forum bi encamnameyekê ku tê de tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya doza Kurdî hat kirin, bi dawî bû.